♩ = 100
Membership is required to view the notation. Register or Login.
		Hevalno werine civatê,
Jê hildin merîfetê,
Şîrînê nolî şerbetê,
Hevalno werine civatê.

Civata me şîrîn e,
Daha hana bibîne,
Ew bo eşqa wetîne,
Hevalno werin civatê.

Civata me li jor e,
Bistêlî dor bi dor e,
Bûy eşqa ordûya sor e,
Hevalno werine civatê,

Civata me mezin e,
Bi dev derve xwendin e,
Xwendin bûy mêr û jin e,
Hevalno werine civatê.

Hevalno werine civatê,
Jê hildin merîfetê,
Şîrînê lo lo şerbetê,
Hevalno werine civatê.
      		
Lyricist: Anonymous
Composer: Anonymous
Region: Yêrewan
Login or Register to see pricing and download options. Login or Register.