♩ = 100
Membership is required to view the notation. Register or Login.
		Lê lê dayikê heyranê de tu rabe
Bi xwe ke bi xwedê ke roja şemiyê
Serê mi bişo û xemla min li min kê
Bisk û tembêlika min li ser e nîka min çêke
Hey lê lê lê
Hey lê lê lê… delalê
Heval û hogirê me çûne mixrîbî şêxa
Temamîka di geliyê kûr de
Keçik dibê lê lê dayikê heyranê
Bişîne pey lawikê metînî delalî malê
Bila bêje nava sing û berê min li keçikê wiy
Ger tê min dixwaze bila bê min bixwaze
Ger min narevîne wê sibê min birêkin
Hey lê lê lê
Hey lê lê lê… delalê
Ay feleka me xayîn e gidî me dixapîne
Narevîne hey delalê
      		
Lyricist: Anonymous
Composer: Anonymous
Region: Serhed

Gelêrî

Login or Register to see pricing and download options. Login or Register.