♩ = 100
Şevek nîvê şevê da lo
di giraniya xewê da
Destê xwe da destê min lo
bin roniya heyvê da
De berde de berde
Lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e lo
Lawiko destê min berde
Evînî bi kul û derd e lo
Lawo destê min berde
Te min didî li hewzê gulan,
sibê, nîvro û êvaran
Dest avête gerdenê lo,
xişîn kete guharan
De berde de berde
Lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e lo
Lawiko destê min berde
Evînî bi kul û derd e lo
Lawo destê min berde
Tucara te ji bîr nakim lo
ser te re kesî nakim
Ger sed sal jî derbasbî lo,
soza xwe xera nakim
De berde de berde
Lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e lo
Lawiko destê min berde
Evînî bi kul û derd e lo
Lawo destê min berde
Lyricist: Anonymous
Composer: Anonymous